Çeteyên Hîzbullah/HUDA-PAR'î êrîşî BDP'iyan kirin: Ciwanek jiyana xwe ji dest da

Komeke ku tê îdiakirin endamê HUDA-PAR'ê ne êrîşî BDP'iyan kirin û di encama êrîşê de welatiyê bi navê Ozcan Temel jiyana xwe ji dest da. Her wiha kesek jî bi giranî birîndar bû..

Hawar Net 
02 Mijdar, 2013 Weşandin:2123 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com


BATMAN, bakurê Kurdistanê (HAWAR NET) - Li Taxa Petrol ya Êlihê komeke ku tê îdiakirin endamê HUDA-PAR'ê re ne ji ber sedemeke nayê zanîn êrîşî ciwanên BDP'î kirin û di encama êrîşê de welatiyê bi navê Ozcan Temel ku bavê 2 zarokan e li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Her wiha ciwanê bi navê Met Kasar jî bi giranî birîndar bû.

Cenazeyê Temel rakirin nexweşxaneya Taybet ya Medîkal. Kasar ê ku bi giranî birînda bûye ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hêrama Êlihê. Li taxê alozî didomin.. (Hawar Net Servîsa nûçeyên rojevê)



© HAWAR NET 2013  Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET) hatiye dayin aîdî HAWAR NET encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

0 şîrove

Post a Comment

TU ÇI DIBÊJÎ?

Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

Nûçe şandin

Nûçe şandin

Nûçeyên din